Geri
Carek Ji Caran

Carek Ji Caran

Carek Ji Caran

0.0
PUAN
0
İNCELEME
0
ALINTI
Çîrçîrok, dinyaya xeyalan rengûreng û dewlemend dike. Zarok bi vegotin û xwendina çîrçîrokan, peyvên nû hîn dibin, bi zimanekî dewlemend dikarin bi rêk û pêk xwe îfade bikin. Hêza raman û hestên xwe bi çîrçîrokan dimelînin û dikemilînin. Hunera hizirkirina jiyana nedîtbar bi çîrçîrokan geş dikin. Pêwîste ku hemû dê û bav ji zarokên xwe re çîrçîrokan vebêjin an jî bixwînin. Bi vegotin û xwendina çîrçîrokan di navbera dê, bav û zarokan de danûstandineke germ û bi dil û can çêdibe. Di vê pirtûkê de 20 çîrçîrokên Kurdî hene.    Kêç û Mûrî Carekê cebarekê, Xwedê û pêxember qerarekê, Kûsî rabû ser serê darekê. Erd hejiya dar leqiyan, Kûsî ket her du çavên wî rijiyan. Kûsî kete gelek gemiyan, Li dinyayê geriya, li behra reş wergeriya, Mişk û mar li hev civiyan. Hinekan go 'axiriya dewrê ye.' Hinekan jî go 'na ne axiriya ne dewrê ye,  Gurmegurma mîrkuta qîza kurê kerê ye.'    

Henüz inceleme eklenmemiş.

Henüz alıntı eklenmemiş.